Cîhan
Buldan: "Emê daxwaza parlamenteriyê ya partiyên Kurdistanî binirxînin"
PeyamaKurd - Hevseroka HDPê Perwîn Buldan got eger 5 partiyên Kurdistanî daxwaza parlamenteriyê ji wan bikin, ewê vê daxwazê gengeşe bikin.
Perwîn Buldan ragihand ku ew digel 5 Partiyên Kurdistanî di nav hevpeymaniyê de ne û danûstandinên wan berdewam dikin. Heta amedekirina lîsteyên parlamenteriyê ew digel Partiyên Kurdistanî hevdîtinên teknîkî dikin.
Got heger 5 partiyên Kurdistanî daxwaza parlamenteriyê ji wan bikin ewê vê daxwazê gengeşe bikin.
Çend rojan berî niha partiyên wekî PAK, PSK, PDK-T, PDK û Hareketa Azadî ji bo hevpeymaniya hilbijartinan digel Hevseroka HDPê Perwîn Buldanê kom bûbûn.
Piştî ku partiyên Kurdistanî Tifaqa Kurdistanî ava kirin, ev yek ji aliyê raya giştî ya Bakurê Kurdistanê ve bi erênî hat pêşwazîkirin.