TR KU SO
FB X
Cîhan

Cara yekem piştî destpêkirina şer: Keştiyeke Ewropî ji Tengava Hurmizê derbas bû

Admin İ
Edîtor
📅 03 nîsan 2026 12:59

PeyamaKurd - Piştî destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, cara yekem e keştiyeke ku bi Ewropaya Rojava ve girêdayî ye, di Tengava Hurmizê re derbas dibe.

Keştiya konteyneran a bi navê "CMA CGM Kribi"yê ku xwediyê wê fîrmayeke Fransî ye, roja Pêncşemê ji peravên Dubayê bi rê ket û bi silametî di navbera giravên Qeşm û Larakê re derbas bû.

Ev geşt di demekê de pêk tê ku Îranê piştî êrîşên 28ê Sibatê kontrola xwe ya li ser tengavê tundtir kiriye û trafîka deryayî ya navneteweyî hema bêje rawestandiye.

Her çend Fransa hewl dide bi rêya dîplomasiyê krîzê kêm bike jî, derbasbûna vê keştiyê wekî geşedaneke girîng a di qada bazirganiya deryayî de tê nirxandin.

Parve bike: