TR KU SO
FB X
Cîhan

Çavkaniyên HSDê: Wê hêza Amerîkî li Minbicê ji nû ve bicih bibe

Admin H
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2019 21:35

PeyamaKurd – Piştî ku doh hêzên Amerîkî bi temanî kontrola Minbicê ji Rûsya û artêşa Sûriyê re hiştin, hat ragihandin ku dê hêzeke Amerîkî ji nû ve li Minbicê bicih bibe.

Li pey biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya vekişandina leşkerên Amerîkayê re, veguhestina hêzên Amerîkî bo herêmên din berdewam dike.

Rayedarên Amerîkayê ragihandibûn ku dê bi qasî 1000 leşkerên wan ji Sûriyê bên derxistin, lê bi temamî dernakevin.

Li gorî raporta El Monitorê ya Amberîn Zamanê, 3 çavkaniyên HSDê piştrast kirine ku dê leşkerên Amerîkî car din bi hejmarekê li başûrê rojhilatê Minbicê bicih bibin û yek ji wan deveran jî bendava Tişrînê ye.

Tê ragihandin ku biryara ji nû ve bicihbûna hêzên Amerîkî piştî pêwendiya telefonî ya Fermandar Mezlûm Kobanî bi Trump re hatiye wergirtin ku niha agahiyeke fermî derbarê wê de nîne.

Herwiha li gorî nûçeyê çavkaniyê nêzîkî Mezlûm Kobanî gotiye, piştî pêwendiya Trump, bêhna Mezlûm Kobanî hinekî din li gorî rojên berê fireh bûye.

Parve bike: