Cîhan
Çavusoglu serdana Bexda, Hewlêr û Basrayê dike
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku herî dawî beriya Referandûma Serxwebûnê 23ê Tebaxê serdana Herêma Kurdistanê kiribû, 28-29ê Nîsanê serdana Bexda û Hewlêrê dike.
Ajansa Anadol (AA) ya Tirkiyê ragihand ku şanda bi seroktiya Çavuşoglu pêşî serdana Bexdayê dike û piştre jî derbasî Basra û Hewlêrê bibe.
Serdana Çavuşoglu 28-29ê Nîsanê pêk tê û tê çaverêkirin bi rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê re û çend berpirsên siyasî re hevdîtinan bike.
Derbarê hurgiliyên hevdîtinên Iraq û Kurdistanê yên Çavuşoglu de hin ti zanyariyên fermî nehatine belavkirin.