TR KU SO
FB X
Cîhan

Çavusoglu: Ti kes nikare leskerên me dorpêç bike

Admin H
Nivîskar
📅 23 tebax 2019 21:41

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu piştî belavbûna nûçeyên dorpêçkirina xala çavderiyê ya leşkerên tirk li Morek a Idlibê, daxuyanî da û got ku xalên çavderiyê û leşkerên wan nehatine dorpêçkirin.

Çavuşoglu di serdana xwe Lubnanê de li ser mijarê wiha axivî:

“Ti kes nikare hêzên me dorpêç bike. Belê li Idlibê şer heye. Li derdora xalên çavderiyê hin liv û tevgerên rejîmê hene. Em vê meseleyê digel Rusya û Îranê diaxivin. Armanca me çareseriya siyasî ye. Divê em şer dawî bikin û ji bo aştiyeke mayînde hişê xwe bidin ser çareseriya siyasî.”

Çavuşoglu heriwah ji bo penaberên Suriyeyê vegerin welatê xwe û pirsên wan werin çareserkirin jî pêşniyara forûmeke hevbeş li welatên wekî Lubnan, Iraq û Urdinê kir.

Hêzên rejîmê xala artêşa Tirkiyê dorpêç kirin

Parve bike: