Binali Yıldırım: “Kes nikare pêwendiyên me û Azerbeycanê xerab bike”
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Binali Yıldırım li ser li Azerbeycanê keçên sergirtî qebûl nekirin dibistanan û dezgeyên perwerdê, di navbera Tirkiyê û Azerbeycanê de gengeşî destpêkiribûn û rayedar li dijî hev daxwuyaniyan dabûn. Li ser mijarê serokwezîrê berê yê Tirkiyê Binali Yıldırım li bajarê Ezirganê axifî û got:
“Mafê desthilata Azerbyecanê yê Azerbeycanê ye. Têkiliyên me yên xwurt yên Tirkiyê û Azerbeycanê hene. Kes nikare bi hinek meselên rojane navbera me xerab bike. Kes nikare mudaxeleyê karê nav dewletekî dinê bike.”
Binali Yıldırım, berê jî di hevpeyvîna bi rojnamevanê Azerî bi Əli Vəliyev re hevpeyvîn kiribû û gotinên weha gotibû. Yıldırım gotibû:
“Heddê kiye destê xwe bixe nav karên kundir yên Azerbeycanê. Her kî bike, em ê bi awayekî tund wî ceza bikin.”