TR KU SO
FB X
Cîhan

CBS: Amerîka hêzeke taybet a 1500 leskeran disîne Iraq û Sûriyê

Admin H
Nivîskar
📅 18 rêbendan 2024 15:45

PeyamaKurd – Di demeke ku êrîşên komên milîs ên Îranê bi ser hêzên Amerîkî yên li Iraq, Herêma Kurdistanê, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê zêde bûne de, Amerîka amadekariya şandina hêzeke taybet a 1500 leşkeran bo Sûriye û Iraqê dike.

Li gorî ragihandina televizyona CBS a Amerîkî, Amerîka di bin hinceta têkoşîna dijî DAIŞê de, amadekariya şandina 1500 leşkeran bo Sûriye û Iraqê dike.

Hate ragihandin, hêza tê şandin ji sala 2008an ve hêza herî mezin e û dê ew hêza taybet ji nav Artêşa Pasevanên Netewî ya Artêşa New Jerseyê tê şandin.

Fermandarekî wê hêza bê şandin ê bi navê Omar Minnot ragihandiye, "Em xwedî personel û her cûre perwerdeya pêwîst in. Herwiha her cûre çek û alavên me yên şer û serkeftinê hene.”

Parve bike: