Çekdaran xebatkarên sîrketa leystikan rehîn girtin
PeyamaKurd – Li welatê Kanadayê li bajarê Montrealê di avahiya şîrketa leystikan ya bi navê Ubisoftê de xebatkar rehîn hatine girtin. Şîrket bi xwe ya Fransayê ye û ya Kanadayê beşa wê ye. Polîsê Montrealê ji hemwelatiyan xwestiye ku xwe deverê dûr bixin.
Xebatkarekî Ubisoftê ku nexwestiye navê xwe aşkera bike, di ser hesabê xwe yê medyayê de gotiye ku ew karibiye ji avahiyê derê û halê wî başe. Xebatkarê şîrketê weha ragihandiye:
“Ez nikarim zêde agahiyan bidim ji ber ku divê polîs mijarê helbike. Ez derketim û gelek başim. Ez niha tenê hevalên xwe yên xebatkar difikirim.”
Xebatkarên di avahiyê de mane, kesên wan dîl girtine, wan derxistine ser banê avahiyê. Kes nizane çend kes dîl hatine girtin û sedema wê çiye û ji aliyê kê de hatine dîl girtin.