TR KU SO
FB X
Cîhan

Çekên giran ji herêmê tên kisandin

📅 08 cotmeh 2018 23:48

PeyamaKurd - Grûpên muxalif û hêzên dijî rejimê yên li Îdlibê di çarçoveya rêkeftina Tirkiye-Rûsyayê de çekên giran ji xeta eniyê derdixin.

Bêçekkirina xetên eniya li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê ya ku di çarçoveya lihevkirina Soçiyê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê da pêk hatibû, temam dibe.

Di vê çarçoveyê de komên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê û komên biçek ên dijî rejimê çekên giran ên ku ji topên hewanê, palên Gradê û palên moşekên xwedî menzîleke navîn pêk tên ji xeta eniya hemberî hêzên rejima Beşar Esed bi cih kiribûn, kişandin.

- Rêkeftina Soçiyê

Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn di 17ê îlonê da li Soçiya bajarê Rûsyayê ji bo parastina agirbestê û xurtkirina wê hevdîtinek kiribûn û mutabaqatek çêbibû.

Di çarçoveya lihevkirinê da biryar hatibû dayîn ku wê heta 15ê Cotmehê li ser xeteke di navbera 15 û 20 kîlometreyî da herêmeke bêçek bê avakirin û ev xet ji hêla rêvebirên Tirk û Ûris va bêne kontrolkirin.

Lê divê muxalifên eskerî, koma dijî rejimê Heyeta Tahrîr Şamê, eskerên rejimê û alîgirên wê, komên terorîst ên biyanî çekên xwe yên giran ji herêmê derxin. Aliyên ku çekên giran va ji herêmê derketin wê sînorên bi xwe kontrol dikin dîsa xwe kontrol bikin. Welatên garantor Tirkiye û Rûsya wê li herêma bêçek a ku ew jê berpirsyar in wê bikordîne dewriyeyan baavêjin.

Parve bike: