TR KU SO
FB X
Cîhan

CENTCOM: Îran li deverên niştecihbûnê yên sivîlan êrîşan pêk tîne

Admin L
Nivîskar
📅 08 adar 2026 18:45

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku bikaranîna deverên niştecihbûnê ji aliyê Îranê ve ji bo êrîşên bi moşek û dronan van deveran kiriye "armancên leşkerî yên rewa", û jiyana sivîlan xistiye xeterê.

CENTCOM îro (Yekşem, 8ê Adara 2026an) derbarê ewlehiya sivîlan li Îranê de hişyariyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Îran deverên bi qerebalix ji bo operasyonên leşkerî, di nav de avêtina dronan û moşekên balîstîk, bikar tîne.

Di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku ev biryara xeternak a Tehranê jiyana hemî sivîlên Îranî dixe xeterê û hate destnîşankirin ku li gorî qanûna navneteweyî, her cihek ku ji bo armancên leşkerî tê bikaranîn bêparêziya xwe ya sivîl winda dike û dibe hedefek leşkerî ya rewa.

CENTCOM diyar kir ku hêzên Îranî bi taybetî deverên bi qerebalix ên bajarên mezin ên wekî Dizful, Isfahan û Şîraz ji bo avêtina dronan û moşekan bikartînin.

Di vê çarçoveyê de, hêzên Amerîkî bangek tund ji bo sivîlên Îranî kirin ku li malên xwe bimînin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Îran bi hedefgirtina balafirgehên sivîl, otêl û deverên niştecihbûnê, ne tenê di nav sînorên xwe de, lê li seranserê Rojhilata Navîn jîyana bêgunehan dixe xeterê."

Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper li ser vê mijarê şîrove kir: "Îran bi êrîşkirina hevkarên me yên li Kendavê û di heman demê de bi xistine xeterê jîyana gelê xwe, bêrêzîya xwe ya ji bo jiyana sivîlan nîşan dide."

CENTCOMê bi balkişandina ser statîstîkên êrîşan destnîşan kir ku ji 28ê Sibatê vir ve, Îranê bi sedan moşekên balîstîk û bi hezaran dron avêtine, lê rêjeya êrîşan ji ber bersiva hêz û hevalbendên Amerîkî û hilweşandina şiyanên leşkerî yên Îranê bi girîngî kêm bûye.

Artêşa Amerîkî herwiha tekez kir ku ew hemû tedbîran digire da ku qurbaniyên sivîlan kêm bike, lê diyar kir ku ew nikare ewlehiya kesên nêzîkî tesîsên ku Îran ji bo armancên leşkerî bi kar tîne garantî bike.

Herwiha daxuyaniyê tekez kir ku, berevajî Îranê, hêzên Amerîkî bi zanebûn sivîlan hedef nagirin.

Parve bike: