TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê bi dronan êrîşî kampa sivîlan a Hizba Demokrat kir

Admin H
Nivîskar
📅 08 hezîran 2026 16:35

PeyamaKurd - Rejîma Îranê pêleke din a êrîşên dronî li ser binke û kampên Hizba Demokrat (PDK-Î) ya li Kampa Azadiyê li nêzî bajarê Koyê yê girêdayê Hewlêrê da destpêkirin.

Hate ragihandin ku îro 8ê Hezîranê, mal û cihên sivîlan bûne armanca êrîşa dronên rêjîma Îranê. Derbarê ziyanên êrîşê de ti hûrgilî ji aliyê PDKÎyê ve nehatin belavkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev êrîş piştî êrîşa moşekî ya Îranê bi ser Îsraîlê hate kirin ku artêşa Îsraîlê jî êrîşî ser bi dehan bajar û navendên leşkerî yê Îranê kirin.

Di encama êrîşên Îranê yên bi ser kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de, heta niha hejmarek zêde Pêşmerge û xelkê sivîl şehîd bûne.

Parve bike: