TR KU SO
FB X
Cîhan

Ukraynayê dema hilbijartinan bi dronan êrîşî Moskowê kir

Admin H
Nivîskar
📅 20 îlon 2026 14:32

PeyamaKurd - Di roja dawî ya hilbijartinên Dumaya Dewletê ya li Rûsyayê de, hêzên Ukraynayê bi hejmareke mezin ji dronan êrîşî ser paytext Moskowê kir.

Rayedarên Rûsî ragihandin ku di van êrîşan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û parzûngeha petrolê ya ku berê jî hatibû armanckirin, careke din bûye hedef.

Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin da xuyakirin ku ev êrîş di dîrokê de yek ji wan êrîşên herî mezin bû ku li dijî bajar hatiye kirin û gelek drone hatine xistin.

Sobyanin destnîşan kir ku armanca sereke ya vê êrîşê ew bû ku pêvajoya hilbijartinê bixe bin xeteriyê, lê bi ser neketine.

Hilbijartina ku 111 milyon hilbijêr beşdar dibin di bin ewlehiyeke tund de didome.

Parve bike: