Cîhan
Cewad Zarîf îstîfa kir
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf di ser hesabê xwe yê medyayê de ragihand ku ji wezîfa xwe îstîfa kiriye. 2 dewre ye ku di kabîna Hesen Rûhanî de wezîrê karên derve ye.
Di mijara Cewad Zarîf de heya niha bi awayeka fermî ji dewleta Îranê ti beyanek nehat dayîn. Tenê ji ajansa bi navê Fars hat ragihandin ku Zarîf dev ji karê xwe berdaye. Zarîf di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha gotiye:
“Bo milletê Îranê yê ezîz û wêrek, bo rêvebirên qedirbiha! Bi nezaketa we ya 67 mehên ku me li pey xwe hişt sipasiya we dikim. Di dema xizmeta min de, bo kêmasiyên xwe û bo nikarim wezîfa xwe dewam bikim, ji dil ji we lêborîna xwe dixwazim. Di xweşiyê de bimînin.”