TR KU SO
FB X
Cîhan

Cewad Zerîf: Nebawerim Trump ser dixwaze, heke dorpêç rabin…

Admin H
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2019 19:35

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf ji televizyona NBC ya amerîkî re axivî.

Zerîf got, "Ez nebawerim ku Serok Trump şer dixwaze, lê bawer dikim li dora wî kesên ji şer re amade ne hene. Ger dorpêç bên rakirin, dê deriyê muzakereyê jî vebe. Ez bawer nakim ew bi ser bikevin. Herkes dizane ku Îran welatekî bi xirûr e û êrîşên leşkerî qebûl nake.”

Muhammed Cewad Zerîf, bal kişand ser ku herî zêde sivîl ji dorpêçên Amerîkayê zirarê dibînin û wiha axivî: “Em şer naxwazin. Bila Amerîka jî êdî bes bi dorpêçan gelê Îranê bike armanc û dev ji fişarên mezin ên mirovî berde.”

Zerîf diyar kir ku nexweş ji ber dorpêçan nikarin dermanên kanserê, MS, EB û dermanên pitikan peyde bikin ku divê ev kiryar bidawî werin.

Parve bike: