TR KU SO
FB X
Cîhan

CIA: Di navbera 2 û 4 hezar leskerên Rûsî di serê Ukraynayê de hatine kustin

Admin L
Nivîskar
📅 09 adar 2022 13:59

PeyamaKurd  Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkî (CIA) di derbarê hejmara kuştiyên leşkerên Rûs ên di encama şerê Ukrayna de diyar kir, di navbera 2 û 4 hezar leşkerên Rûsî şerê bi Ukraynayê de hatine kuştin.

Li gor Rêveberê CIAyê da zanîn: “Putîn hêrs û dilgiran e û dibe ku êrîşa xwe zêdetir gur bike û hewl bide artêşa Ukraynayê ji nav bibe, bêyî ku guh bide qurbaniyên sivîl.”

Ajansa Reutersê jî eşkere kir, Cîgirê Yekem ê Fermandarê Artêşa 41 a Rûsyayê Sererkan Orgeneral Vitaly Gerasimov, roja Duşemê hatiye kuştin.

Parve bike: