TR KU SO
FB X
Cîhan

Cîgira serokkomar ji coronavîrusê bas bû

Admin M
Nivîskar
📅 15 adar 2020 04:03

PeyamaKurd- Cîgira serokkomarê Îranê Masûme Îbtîkar di 27 ê sibatê de bi koronavîrusê ketibû û niha baş bû ye. Îbtîkar îro dageriya ser wezîfa xwe û li baregeha xwe tevlî civînê bû. Îbtîkar cîgira serokkomarê Îranê ye û ji karên jinan û malbatan berpirse. Îbtîkar ji roja 27 ê sibatê heya niha di mala xwe de di karantînayê de bû.

Koronavîrus piştî welatê Çînê li Îranê li bajarê Qûmê hatibû dîtin û ji wê derê, li seranserê Îranê belav bû bû. Niha bûyerên vîrusê ji 12 hezarî desbas bûye û 611 kes jiyana xwe ji dest dane. 4 hezar û 339 kes ji nexweşînê baş bûne û çûne mala xwe.

Parve bike: