TR KU SO
FB X
Cîhan

Çîn dixwaze lesker bide emrê rejîma Sûriyê

Admin M
Nivîskar
📅 04 tebax 2018 19:44

PeyamaKurd- Rejîma Sûriyê ya Beşer Esed xwe amade dike ku êrîş bike ser Îdlîbê. Lê ji Çînê teklîfeka balkêş bo rejîmê hat. Balyozê Çînê yê Şamê Qi Qianjin, bo rojnameya El Weten ya ku nawenda wê Sûriyeye ragihand ku dê karibin bo rejîma Esed leşkeran bişînin Sûriyê da destekê bidin rejîmê.

Balyoz Qi got: “ Artêşa Çînê bi awayekê dixwaze ku bo êrîşa rejîmê ya ser Îdlîbê an devereka dinê desteka leşkerî bide.”

Ataşeyê leşkerî yê Çînê Wong Roy Chang jî bo heman rojnameyê peyam da û got ku di navbera artêşa Esed û artêşa Çînê de niha hevkarî heye û Çîn dixwaze vê têkiliyê bipêş bixe.

Dewleta Çînê heya niha desteka siyasî daye rejîma Esed û ragihandiye ku bo avakirina Sûriyê destekê bide Sûriyê lê heya niha di mijara leşkerî de tiştekî negotibû.

Dibe ku Çîn di asta yekem de, bo alîkariya Esed hêzên xwe yên leşker yên taybet û şîretkarên leşkerî bişîne Sûriyê.

Parve bike: