TR KU SO
FB X
Cîhan

Çîn: Kestiya ser a Amerîkayê avên serweriya me binpê kir

Admin H
Nivîskar
📅 05 berfanbar 2023 00:38

PeyamaKurd – Artêşa Çînê ragihand ku keştiya şer a Amerîkayê USS Giffords, avên di serweriya wan de li Başûrê Derya Çînê binpê kiriye.

Berdevkê Artêşa Başûr a Çînê Tian Junli bi daxuyaniyeke fermî ragihand, keştiya Amerîkî ji qestî ew binpêkirin kiriye ku ev jî ji bo aştîya herêmê û îstiqrarê derbeyeke cidî ye.

Herwiha rayedarê Çînî daye zanîn ku binpêkirina sînorê deryayî ya 4ê Kanûnê ku bêyî agahdarkirina hikûmeta Çînê pêk hatiye, neyasayî ye û bi awayekî cidî serweriya Çînê hatiye binpêkirin.

Junlî daye zanîn ku  Yekîneyên Artêşa Rizgariya Çînê ji bo parastina sînoran, aştî û îstiqkararê tim di amadebaşiyê de ye.

Parve bike: