Cîhan
Arakçî: Amerîkayê peyman binpê kir
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî îdia kir ku êrîşên hewayî yên Amerîkayê li ser deverên cuda yên li axa Îranê binpêkirineke eşkere ya Peymana Neteweyên Yekbûyî û Peymana Têgihîştinê ya Îslamabadê ne.
Di pêwendiyeke telefonî de bi Serfermandarê Artêşa Pakistanê General Asim Munir re, Arakçî êrîşên Amerîkayê bi tundî şermezar kir.
Arakçî tekez kir ku êrîşên ji aliyê artêşa Amerîkayê ve hatine kirin wê bandorê li ser biryardariya gelê Îranê û hêzên çekdar ên ji bo parastina serwerî, yekparçeyiya xakê û ewlehiya welêt nekin.
Piştî du rojan ji zêdebûna aloziyên di navbera hêzên Amerîka û Îranê de, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku doh bi şev 90 cihên stratejîk ên Îranê hatine bombebarankirin.