Çîn: Kurdistan qet nebûye beşek ji nakokiyên herêmê
PeyamaKurd - Di hevpeyvînekê de, Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê, Luo Jun, helwesta serokatiya Herêma Kurdistanê pesnê xwe da û diyar kir ku serokatiya Kurd her tim tekez kiriye ku ew ê qet rê nede ku herêm ji bo têkbirina ewlehiya welatên cîran were bikaranîn.
Di hevpeyvîna xwe ya bi K24 re, Luo Jun nirxandinên li ser rewşa ewlehiyê ya herêmê û projeyên xizmetguzariyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da.
Di derbarê rewşa ewlehiyê ya herêmê de, Luo Jun destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê qet nebûye beşek ji nakokiyên herêmê.
Balyozê Giştî yê Çînê li Hewlêrê, pesnê helwesta serokatiya Herêma Kurdistanê da û got ku serokatiya Kurd her tim tekez kiriye ku ew ê qet rê nede ku axa Herêma Kurdistanê ji bo têkbirina ewlehiya welatên cîran were bikaranîn.
Derbarê projeya xizmetguzariya Runaki ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Balyozê Giştî yê Çînê got, "Ev ne tenê projeyek binesaziyê ye, lê projeyek girîng e ji bo berjewendiya giştî. Bi elektrîka 24 saetan, kalîteya jiyana mirovan wê baştir bibe. Ev wê ji bo civakê avantajek mezin be."
Luo Jun destnîşan kir ku qutbûna elektrîkê di çend salên borî de bandor li her kesî kiriye û got, "Bi pêkanîna vê projeyê re, jeneratorên taxê jî bi dawî bûne. Vê yekê alîkarî kiriye ku jiyanek çêtir çêbibe."