Çîn û Îran 20 zebtên lihevkirinê îmze kirin
PeyamaKurd – Serokê dewleta Çînê Şi Cinping bang kir ku Îran ji bo ji mijara nuleerî re çare bibîne û li aliyê dinê bi serokê Îranê Îbrahim Reîsî re 20 zebtên lihevkirinê îmze kir. Serokê Çînê Şi hevkariya welatê xwe û Îranê bilind nirxand.
Tehran piştî navbera wê û dewletên Rojava nexweş bû berê xwe da welatê Çînê û serokê Îranê Reisi peymana xwe ya bi Çînê re ya 25 salan aktîf kir. Li gor ajansa Reutersê Şi weha got:
“Em destekê didin parastina mafên rewa yên Îranê û em Îranê teşwîq dikin da car din dest bi muzakereyên nukleerî bikin. Çîn û Îran li hemberê guherînên îro yên dinyayê hev destek kirin û bi hev re xebitîn. Rewşa herêmê û ya dinyayê bi çi awayî biguhire jî, wê Çîn têkiliyên xwe yên dostane û hevkariyê dewam bike.”
Li gor ragihandina ajansa AFP ê ku ji IRNA yê girtiye; rêvebiriya gumrikê ya Îranê ragihandiye ku di deh mehan de bi miqdarê 12,6 milyar dolarî mal îxaracatî Çînê kiriye û Çîn jî heya niha bi bihayê 12,7 milyar dolarî mal daye Îranê.