Çînê cezayên aborî li dijî 46 kompaniyên DYAyê ragihand
PeyamaKurd - Rêveberiya Pekînê, wekî bersveke tund a aborî, 46 kompaniyên parastin û sîstema sîvîl ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji îhaleyên giştî qedexe kirin.
Wezareta Darayî ya Çînê aşkere kir ku ev biryar destpêkirîye û ji niha û pê ve saziyên fermî yên dewleta Çînê nikarin tu mal, amûr an jî xizmetguzariyan ji van kompaniyên Amerîkayî bikirin.
Her weha, Pekînê li ser 10 kompaniyên naskirî yên Amerîkayê ku di warên parastin, fezagerî, dron û madenên krîtîk de çalak in, qedexeya hinardekirinê ferz kir.
Di nav lîsteya reş a cezayan de, dêwên pîşesaziya parastinê ya Amerîkayê cih digirin ku navên wan li jêr hatine rêzkirin:
Lockheed Martin
Raytheon Missiles & Defense
General Atomics Aeronautical Systems
Boeing Defence, Space & Security
General Dynamics Land Systems
Javelin Joint Venture (Hevparîya Lockheed Martin û Raytheon)
Çîn wekî dabînkerê herî mezin ê madenên kêmpeyda (rare-earth elements) ku di çêkirina çîp, dron û sîsteman de tên bikaranîn, bi vê qedexeya hinardekirinê dixwaze zincîra dabînkirina pîşesaziya leşkerî ya Washingtonê asteng bike.