TR KU SO
FB X
Cîhan

Civîna dawî ya Şîeyên Iraqê: Gelo pirsa serokwezîriyê çareser dibe?

Admin H
Nivîskar
📅 26 nîsan 2026 12:40

PeyamaKurd - Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîyeên Iraqê îro Yekşemê civîneke girîng û yekalîker li dar dixe daku duberekiyên kûr ên di navbera Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî de çareser bike.

Ev civîn piştî du caran paşxistinê pêk tê û armanc ew e ku alî li ser berbijarekî "hevdengî" li hev bikin. Li gorî peyrewa navxweyî ya çarçoveyê, her namzedekî ji bo posta serokwezîriyê pêdivî bi dengên du li ser sê ya endaman (8 ji 12 dangan) heye, lê heta niha ji ber hevrikiya tund a navxweyî ti navî nekariye vê rêjeyê bi dest bixe.

Metirsiya valahiya destûrî li Iraqê

Iraq rûbirûyî metirsiya valahiyeke nû ya destûrî û qanûnî ye, ji ber ku tenê 15 roj li ber Serokomar mane daku namzedê fraksiyona herî mezin ji bo pêkanîna hikûmetê erkdar bike.

Li gorî destûra Iraqê eger di vê demê de ti kes neyê erkdarkirin, pêngava piştre ne diyar e û ev yek dibe sedema alozî û xitimbûna siyasî. Pisporên qanûnî hişyarî didin ku di rewşeke wiha de dibe ku Serokomar serî li Dadgeha Federal bide. Ev krîza di navbera mezintirîn hevpeymaniya Şîeyan de, çarenivîsa hikûmeta nû ya Iraqê û aramiya siyasî ya welat dixe bin metirsiyê.

Parve bike: