TR KU SO
FB X
Cîhan

Cotyarên Fransayê siyaseta çandiniyê ya Fransayê protesto dikin

Admin M
Nivîskar
📅 27 rêbendan 2024 02:08

PeyamaKurd – Li Fransayê li bajarê Aude li navça Narbonne cotyar bertekê nîşanî siyaseta hukumetê ya çandiniyê dan û li hemberê hukumetê bertekê nîşan dan. Di dema çalakiyê de agir bi avahiyekî dezgeya ewlehiya civakî dan ku dezge xizmeta civakî dide cotyaran. Cotyar ragihandin ku wê temamê rêyên diçin Parîsê heya 24.00an ji trafîkê re bigrin.

Ji parlementerên desthilatê Jean-Rene Cazeneuve duhî êvarê li bajarê Gersê dema çû seha xwepêşandana cotyaran, cotiyar berdanê.

Sendîka karekan ya herî mezin ya Fransayê, sendika karkerên xizmeta giştî CGT, bang kir ku karker tevlî tevgera cotiyaran bibin.

Serokwezîrê Fransayê Gabriel Attal ji bo çare ji çalakiyên cotyraran re bibîne li bajarê Haute-Garonne bi cotrayan re civiya.

Li seranserê Fransayê bi taybetî li bajarên Toulouse, Agen, Beauvaisê ji ber hadata cotrayaran kême û ji ber siyaseta hukumetê ya cotyaran, siyaseta çandiniyê protesto dikin.

Parve bike: