TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransayê civiyan

Admin H
Nivîskar
📅 17 mijdar 2026 13:39

PeyamaKurd - Li gorî daxuyaniya civînê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li balyoz kir û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî yê dîplomatîk da.

Herwiha amaje bi peywendî û dostaniya dîrokî ya navbera Fransa û Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser girîngiya bihêzkirina peywendiyên dualî di warên cuda de kir.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Fransayê spasiya piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, sersamiya xwe ya li hemberî pêşketin û avedaniya Hewlêr û Herêma Kurdistanê nîşan da û xwasteka welatê xwe ya ji bo pêşxistina zêdetir a peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê dubare kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû, derbarê pêvajoya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoyê de bîr û nerîn hatin guhertin, ku niha wek saziyeke bilind a rewa û yasayî dîsa çalak bûye û dest bi karên xwe kiriye.

Parve bike: