TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî û Balyozê Romanyayê li Hewlêrê civiyan

Admin H
Nivîskar
📅 13 cotmeh 2026 13:54

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro di hevdîtinekê de pêşwazî li Balyozê Romanyayê yê li Iraqê Radu Dobre kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de giringiya xurtkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Romanyayê de di warên cihêreng de hate nirxandin.

Çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê wekî pêngava yekem û bingehîn a ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate binavkirin.

Tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li mafên destûrî û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê hate kirin.

Guherîn û geşedanên herî dawî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û giştî herêmê hatin gotûbêjkirin.

Parve bike: