CSIS: Stokên moşekên Patriot û THAADê daketin asteke xeter
PeyamaKurd - Şerê dijwar ê navbera DYA û Îranê ku pênc meh in berdewam dikin, depoyên cebilxaneyê yên Pentagonê daxistin asteke xeter. Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navdewletî (CSIS), stokên moşekên Patriot ji sedî 65 û yên sîstema THAADê jî ji sedî 38 kêm bûne.
Ji ber vê rewşê Alîkarê Wezîrê Parastinê Steve Feinberg ultîmatomeke 21 rojî da kargehên çekan da ku kapasîteya xwe ya hilberînê bi awayekî lezgîn zêde bikin.
Pispor hişyarî didin ku ev kêmbûna moşekan dikare bibe sedem ku baregehên Amerîkayê li beramberî êrişên Îranê bêparastin bimînin.
Tevî van raporên leşkerî û fikarên pisporan, Serokê DYAyê Donald Trump îdîayên li ser kêmbûna cebilxaneyê red kirin û li ser medyaya civakî ragihand ku çekên wan pir in û hilberîn bi lez berdewam dike.
Ji aliyekî din ve, aloziya darayî ya di navbera Qesra Spî û Kongreyê de vê proseyê girantir dike. Dema ku rêveberiya Trump daxwaz dike ku bûdceya Pentagonê ji 900 milyar dolarî derxîne 1,5 trîlyon dolarî, endamên Kongreyê yên ku ji operasyonên li dijî Îranê rê li ber vê daxwazê digirin.