Cubeyr: Pirsgirêkên herêmê di sala 1979an de destpêkirin
Wezîrê karê derve yê Erebistana Si’ûdî Adil Cubeyr peyameka nivîskî da çapemeniyê û di konferansa Munihê de jî axifî:
“Pirsgirêkên herêmê di sala 1979an de bi şorişa Humeynî destpêkir. Îran li Almanya û temamê herêmên dinyayê bûyerên terorî kir.”
Cubeyr got eger Îran dixwaze dewletên dinyayê li hemberê wan weka dewleteka normal tevbigerin, divê li dûv hûqûqa navdewletî here. Cubeyr weha dewam kir:
“Rejîma Îranê hewl da ku li Sûriyê, Lubnanê, Iraq û Yemenê aramiyê xerab bike. Îran di sala 1996an de perwerde da hucreyên ku bombe avêtin Erebistanê û wan îdare kir. Rejîma Îranê divê siyaseta xwe biguhêre. Em ê zorê bidin ser Îranê da dev ji van tevgerên xwe berde.”
Cubeyr ragihand ku teqemeniyên di êrîşan de tên bikaranîn ji %90 ê wan ji aliyê Îranê de tên dayîn. Dorpêçên ku ji aliyê dewletan ve bo ser Îranê tên kirin ji ber tewrê Îranê ye ku bi dijminahî tevdigere.