Cîhan
Dadgeha Fransayê 30 sal ceza da 3 birayên cîhadî
PeyamaKurd - Li Fransayê li sê kesên birayên hev ên îslamiyên tundrew ku amadekariya komkujiyekê kiribûn cezayê giran ê zindanîkirinê hat dayîn.
Dadgeha Fransayê ya li Parîsê li 3 Îslamiyên tundrew ên ku li Fransayê dema amadekariya komkujiyê dikirin hatibûn girtin, cezayên giran birî.
Hat zanîn ev hersê kes bira ne û temenên wan di navbera 24 û 41 salîyê de ne û bi eslê xwe ji Bakurê Afrîkayê ne.
Dozgeriya Antî-Teror (PNAT) a Fransî xwest ku ji 20 heta 30 salî ceza li wan bê birîn û dawiyê biryara ji 22 heta 30 salan cezayê girtîgehê bo wan hersê kesan hat dayîn.
Ew hersê bira di encama operasyoneke rêxistina îstîxbarata navxweyî ya Fransayê (DGSI) de hatibûn girtin.