TR KU SO
FB X
Cîhan

Dadgeha Îranê 60 sal cezayê girtîgehê li 7 kesan birî

Admin H
Nivîskar
📅 21 cotmeh 2026 16:45

PeyamaKurd - Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê di derbarê ceza dayîna heft xwepêşanderan de raportek belav kir.

Di raportê de hatiye diyarkirin 7 kesên ku di dema xwepêşandanên meha Çile ya 2026’an de hatibûn girtin, ji aliyê Şaxa 23’yan a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi tometa ‘Kombûn û têkdana ewlehiya giştî ya welat’ bi giştî 60 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Navên kesên ku ceza lê hatine birîn evin; Seîd Cawîd, Emîr Sebaxî, Semîre Mucteba, Abidîn Gulşenî, Mehdî Sebaxî, Ebulqezel Sebaxî û Hemîd Sebax.

Hatiye diyarkirin ku ev kesên ceza lê hatine birîn, di dema xwepêşandanan de ji aliyê îstixbarata ser bi Supayê Pasdaran ya Îranê ve bêy fermana dadwer hatibûn binçavkirin. Piştî lêpirsîn û tometbarkirinê ew ji bo Girtîgeha Qerçek hatine veguhestin.

Parve bike: