TR KU SO
FB X
Cîhan

Dadgeha Urdinê yasayîbûna Îxwan El Muslimîn betal kir

Admin H
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2020 23:44

PeyamaKurd – Welatê Urdinê biryar da nasnameya yasayî ya Îxwan El Muslimîn hilweşîne û dest deyne ser milkên wan.

Li gorî nûçeya Ajans France Press (AFP) çavkaniyeke ku nexwestiye navê xwe bide ragihand ku desteya qanûnî ya herî bilind li Urdinê biryar daye koma Îxwan El-Muslîmîn were jihevxistin ku nasnameya xwe ya qanûnî winda kiriye û rewşa xwe ya qanûnî li gorî qanûnên Urdinê sererast nekiriye.

Li gorî nûçeyê biryar doh 15ê Tîrmehê hatiye dayîn, piştî gilînameya komê ji Daîreya Erdan û Rûberan re pêşkêş kir re, tê de daxwaza îptalkirina veguhestina milkiyeta milkên ji komên Îxwan El-Muslimîn ên ku di aliyê hikum de hatine sekinandin hat kirin.

Hikumeta Urdinê koma Îxwanan wekî komeke neyasayî dihesibîne, ji ber ku li gorî yasaya partiyan û komeleyan a 2014an, ruhseta nû nestandiye.

Parve bike: