TR KU SO
FB X
Cîhan

Dadgeha Iraqê cezayê hepsa heta hetayê li 8 welatiyên Fransayê yên DAIŞî birî

Admin H
Nivîskar
📅 26 mijdar 2026 15:26

PeyamaKurd - Dadgeha Iraqê bi tohmeta endamtiya rêxistina DAIŞê cezayê hepsa heta hetayê li 8 welatiyên Fransayê û cezayê 15 salan hepsê jî li 2 welatiyên din ên Fransayê birî.

Ev kes par ji navendên ragirtinê yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ji bo Iraqê hatibûn veguhastin.

Di nav kesên ku cezayê hepsa heta hetayê wergirtine de Romain Garnier jî heye ku di xebatên weşana radyoyê yên rêxistinê de cih girtibû.

Ev 10 kesên ku îro hatin cezakirin, ji nava grûpa 47 welatiyên Fransayê ne ku par ji Sûriyeyê hatibûn anîn û ji meha îlonê ve li Iraqê tên darizandin.

Dadgehê berê jî ji nava wê komên 15 kes bi hepsa heta hetayê û kesek jî bi 15 salan hepsê ceza kiribû.

Dadgehê rûniştina biryarê ya 10 gumanbarên din ji bo demeke din paşxist. Di nav kesên ku li benda eşkerekirina biryarê ne de Adrien Guihal heye ku wekî dengê daxuyaniya DAIŞê ya li ser êrişa sala 2016an a li bajarê Niceyê tê nasîn; di wê êrişê de di dema pîrozbahiyên Roja Bastîlleyê de êrişkar bi kamyonê li nava qelebalixê xistibû û 86 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Thomas Collange: Hevjîna wî ya ku bi wî re çûbû Sûriyeyê, par li Fransayê bi 10 salan hepsê hatibû cezakirin.

Quentin Le Brun: Di vîdyoyeke propagandayê ya rêxistinê de xuya kiribû.

Di dema rûniştinên dadgehê de piraniya gumanbaran sûcên xwe qebûl kirin, hemûyan nîşana poşmaniya xwe ya ji ber tevlîbûna rêxistinê da û hin girtiyan jî daxwaza vegerandina bo Fransayê kir.

Parve bike: