Cîhan
Dagirkeran pêsiyê Efrîn vegirtin, niha jî talan dikin
Çekdarên bi navê Artêşa Azad a Sûriyê îro derbasî nava bajarê Efrînê bûn û dest bi dizî û talankirina bajêr kirin.
Çavkaniyên ji bajarê Efrînê ragihandin ku çekdarên bi navê Artêşa Azad a Sûriyê îro ketine nava bajarê Efrînê û dest bi dizî û talana mal û dikanên sivîlan kirin. Hinek ajansan dîmenên nava bajêr jî parve kirin. Di van dîmenan de jî baş xuya dike ku çekdarên hevalbendên Tirkiyê malê gelê sivîl didizin. Bêdestûr dikevina mal û dikanê gel de û her tiştî talan dikin.
Ev du meh in ku artêşa Tirkiyê û çekdarên hevalbendên wê li dijî Efrînê şer dane destpêkirin. Ji nû duh ketine nava bajarê Efrînê.
Hat ragihandin ku piştî van êrîşan bi qasî 280 kesên sivîl hatine kuştin û nêzîkî 680 kesan jî birîndar bûne.