TR KU SO
FB X
Cîhan

DAIŞê êrişî baregeha Heşdî Şaibî kir

Admin H
Nivîskar
📅 23 cotmeh 2026 09:59

PeyamaKurd - Berî niha bi çend kêliyan li Kerkûkê çeteyên DAIŞê êrişî Baregeha Lîwaya 63an a Heşdî Şaibî ya dikeve sînorê gundê Denadî û Borxeliye ya Kerkûkê.

Li gorî agahiyên ku dispêre çavkaniyeke xwecihî, çekdarên DAIŞê êrişî Lîwaya 63’an a Heşdî Şebî kiriye.

Hate ragihandin çeteyan destpêkê êrişî kamereyan kiriye û piştre di navbera herdu aliyan de şer rû daye.

Di encama şer de ziyanên canî pêk nehatine. Piştî êrişê hêzên ewlekariyê dest bi lêkolîn û lêgerînê kirine.

Wan demê dawî liv û tevgera çeteyên DAIŞê ya li herêmê zêde bûye.

Parve bike: