Iraq: Tirkiye wê baregeha Zêlkanê radest bike
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî ragihand ku li gorî peymana di navbera Iraq û Tirkiyeyê de, Tirkiye dê ji roja yekşemê ve Baregeha Zêlkanê li Başîkê û xalên leşkerî radestî aliyê Iraqî bike û çekdarên li Şingalê jî dê tevlî hêzên fermî yên ewlehiyê bibin.
Ev geşedan piştî wê yekê hat ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler gotibû ew heta ewlehiya sînoran neyê misogerkirin hêzên xwe venakişînin; daxuyaniyeke ku li Bexdayê bû sedema nerazîbûn û lêkolîna dîplomatîk.
Ebûdî derbarê partiyên Rojhilatê Kurdistanê de destnîşan kir ku hevahengî heye, lê gotegotên radestkirina wan a ji Îranê re hêj di asta guftûgoyê de ne.
Berdevkê hikûmetê her wiha îdiayên Ajansa Tesnîmê yên derbarê hebûna leşker û dronên Ukraynayê yên li Herêma Kurdistanê de bi temamî red kir û diyar kir ku siyaseta dewletê rê nade ku xaka Iraqê bibe gef li ser welatên cîran.