Cîhan
Daraza Îranê Xusro Ahadî û Xelîl Panahî îdam kir
PeyamaKurd – Daraza Îranê Xusro Ahadî û Xelîl Panahî ku ji dozên cuda dihatin darizandin îdam kir. Îdama wan bi sedema kuştina qesdiye ku di derbarê wan de cezayê îdamê dabûn. Îdam li zîndana Kermanşanê û Semnanê hatin kirin.
Ji Kermanşanê Xusro Ahadî (27) di 21 ê Hezîranê de di zîndana Kermanşanê de hatiye îdamkirin. Ji bajarê Semnanê Xelîl Panahî (58) jî sê sal berê hatibû girtin, bi kuştinê hatibû tewankirin û biryara îdamê dabûnê. Ew jî di zîndana Semnanê de hat îdamkirin.