TR KU SO
FB X
Cîhan

Dawiya vê hefteyê, li Amerîkayê dengdayîn dest pê dike

Ruken güler
Nivîskar
📅 16 gulan 2023 19:00

PeyamaKurd- Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Wasingtonê ragihand ku dê dawiya vê hefteyê du rojan dengdana ji bo hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê ku derbasî gera duyem bûye, li Amerîkayê were kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Balyozxaneyê de hat gotin ku "Hilbijartina Serokomariyê ya gera duyem, dê tenê di navbera 20 û 21ê Gulana 2023yan de li Amerîkayê bê kirin." 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku welatiyên ku li gorî biryara fermî ya Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), wekî hilbijêrên biyanî ew ê qeyda xwe li ser sindoqên li balyozxaneya li paytext Washingtonê bikin û dê li serkonsolosxaneyên li New Yorkê dengên xwe bidin.

Hat diyarkirin ku dê dengdayîna 2 rojan, li gorî saeta herêmî saet di 08:00an de dest pê bike û dê saet di 22:00yan de bi dawî bibe.

Parve bike: