TR KU SO
FB X
Cîhan

Daxuyaniya 'Lubnanê' ji Îsraîlê!

Admin L
Nivîskar
📅 26 berfanbar 2023 15:30

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yaov Gallant diyar kir ku dê destûr neyê dayîn ku rewşa li ser sînorê Lubnanê vegere rewşa beriya 7ê Cotmehê.

Li gor nûçeya radyoya Artêşa Îsraîlê Gallant eşkere kir ku wan derbeke pir dijwar li Hîzbullahê xistine û got, nêzî 150 endamên Hîzbullahê mirine.

Gallant bal kişand ku endamên Hizbullahê bi giranî ji xeta sînor ber bi hundirê Lubnanê ve hatine derxistin û got ku ew rê nadin ku rewşa li ser sînorê Lubnanê vegere rewşa berî 7ê Cotmehê.

Gallant herwiha bal kişand ser îhtîmala vegera niştecihên bajarên Israîlî û wargehên cihûyan ên li nêzî sînorê Lubnanê piştî êrişên li ser Xezzeyê, vegerin malên xwe. Wî diyar kir ku ji bo welatiyên wî vegerin bakur, di encama çalakiyên leşkerî de yan rêyeke lihevkirinê yan jî rastîyeke cuda wê derkeve.

Parve bike: