TR KU SO
FB X
Cîhan

Daxwazên nû yên Îranê ji Ingilîz û Fransiyan

📅 20 îlon 2018 03:27

PeyamaKurd - Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê Elî Ekber Salihî li rex 62yemîn konferansa giştî ya Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) li Viyanayê bi nunerên Ingilîz û Fransayê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Salihî di hevdîtina digel Jacques Francois serokê komisyona Enerjiya Atomê ya Fransayê de xwest ku ev welat bi awayekî çalak di warê veghortina xwendekaran digel Îranê de û lidarxistina dewrên fêrkirina di warê zanist û tekenolojîya navokî de pişkdariyê bike.

Jacques Francois jî derfetên zêde ên hevkariyê bi bîr xistin û rêkeftina atomî ya digel Îranê, serkeftî bi nav kir û pêgirî li ser sozdarîya Fransayê û nemaze serokê vî welatî kir û ji ber sepandina dubare ya boykotên Amerîkayê ser Îranê heyf û mixabiniya xwe nîşan da.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê di hevdîtina digel Robin Grimes sergêrê desteya Ingilîzî û nunerê vî welatî li komxebata jinûvedarêştin û birojkirina Reaktora Erakê, pêgirî li ser pêwîstîya vejandina peywendiyên her du welatan nemaze yên zanist, aborî û zanîngehan kir.

Salihî ji dewleta Ingilîsê xwest ku derfeta ku Rêkeftina Atomî ya digel Îranê pêk aniye ji bo berfirekirin û kûrkirina peywendiya digel Komara Îranê bi kar bîne.

Robin Grimes jî di vê hevdîtinê de bal kişand ser wê yekê ku Ingilîs pêbendê Rêkeftinnameya Atomî ya digel Îranê ye, razîbûna vî welatî ji bo ku dewsa Amerîkayê li plana birojkirina Reaktora Erakê bigire, nîşana dewama sozdariya vî welatî da zanîn.

Parve bike: