TR KU SO
FB X
Cîhan

Dê Parlamentoya Iraqê 3 wezîrên mayî hilbijêre

Admin H
Nivîskar
📅 04 rêbendan 2019 22:36

PeyamaKurd - Pirsa wezîrên kabîneya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî ku hîn postên wan vala ne, hefteya bê tê çareserkirin.

Parlementerekî Iraqê jiHevpeymaniya Çaksaziyê, Bedir Zeyadî ragihand ku dê Parlementoya Iraqê di kombûna roja sêşemê yan jî ya pêncşema hefteya pêşiya me de, pirsa kabîneya nû çareser bike.

Zeyadî da xuyakirin ku dê parlamento wezîrên nawxwe, berevanî û dadê hilbijêre û ew pirsa postên mayî yên wezaretan were çareserkirin.

Ev demeke ji ber nakokiyên navbera aliyên siyasî yên Iraqê wezîrên nawxweyî, berevanî û dadê nehatine diyarkirin.

Parve bike: