TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Komîsyona perwerdê ya Iraqê: Mamostên perymandar yên Kurdistanê divê bibin mayînde

Admin M
Nivîskar
📅 21 îlon 2026 15:03

PeyamaKurd – Komîsyona perwerdê ya Iraqê daxwazê kir ku mamostên perymandar an ku yên bi peyman dixebitin yên Kurdistanê, divê bibin mayînde an ku yên daîmî. Daxwaza komîsyonê ew e ku mehaneyên mamosteyan bixin budça sala 2027an lê bi şiklekî daîmî.

Endama komîsyona perwerdê ya parlementoya Iraqê Çimen Huseyin Surçî, roja 21ê Êlûna 2026an ji bo Rûdawê ragihandiye ku komisyona perwerdê daxwaza fermî ji bo sekreterya encumena wezîran ya Iraqê bi nivîskî şandiye. Surçî gotiye:

“Komîsyona me nivîsekî fermî şand sekreteriya encumena wezîran. Di nivîsê de me xwest ku mamosteyên me yên bi peyman dixebitin yên herêma Kurdistanê, bila weka mamostên din yên Iraqê bibin kadroyên daîmî.”

Li Herêma Kurdistanê ji 35 hezarî zêdetir mamostên bi peyman dixebitin. Nivîsa ku komîsyon şandiye sekreterya encumena wezîran, li bin nivîsê navê seroka komîsyonê Zelixa İlyas Qado heye, roja nivîsê 9ê Êlûna 2026a ye û tê de endîşa newekhiviya mamosteyên li seranserê Iraqê vedibêje û dixwaze ku di nav mamosteyan de wekheviya civakî û dadweriya civakî hebe.

Komîsyon xwestiye ku di budça dewleta federal de ji bo mamoste bibin daîmî, di nav budça herêma Kurdistanê de, ji wan re budçe veqetînin û mamosteyan bikin xebatkarên daîmî.

Li gor wezareta darayî ya Herêma Kurdistanê; mamoste yên bi peyman dixebitin yên lîsansê, perwerdê û xwendina bilind, temamê agahiyên wan şandine Bexdayê da wan tevlî budça sala 2027an bikin.

Parve bike: