Çand_û_Hûner
Qamişlo: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdê em naçin dibistanê
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê sala nû ya xwendinê bi nerazîbûn û protestoyên li dijî sînorkirinên li ser perwerdeya bi zimanê kurdî dest pê kir.
Li Qamişlo xwendekarên Dibistana Şehîd Jîr ji ber kêmkirina demjimêrên dersa kurdî daketin qadan û daxuyanî dan, ders boykot kirin.
Xwendekaran biryara hikûmeta Sûriyeyê ya ku dersên kurdî kiriye 3 demjimêrên heftane wekî "çewisandina nasnameyê" bi nav kirin.
Xwendekaran destnîşan kirin ku ew ne li dijî fêrbûna zimanên biyanî ne, lê sînorkirina zimanê dayikê qebûl nakin û heta ku zimanê kurdî wekî zimanê fermî û perwerdeyê li seranserê Sûriyeyê neyê qebûlkirin ew ê li dersan venegerin.
Bi dirûşmeya "Bê ziman jiyan nabe" xwendekaran tekez kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.