TR KU SO
FB X
Cîhan

DEM Parti teklîfa ‘Yasa Çarçoveyê’ îmza kir û xwest herkes destekê bidê

Admin M
Nivîskar
📅 05 tebax 2026 15:19

PeyamaKurd – Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakırhan û Tülay Hatimoğulları, piştî Yasaya Çarçoveyê îmza kirin, daxwuyanî dan. Bakırhan got ku îmza ku kirine, ne tenê ji bo yasaya çarçovê ye lê di heman demê de îmza ji bo aştiyê, demokrasiyê û dahatûya hevpare.

Di serî de navê yasayê danîbûn yasaya “Tirkiya bê teror” lê niha nav guhertin û kirin ‘Teklîfa Qanûna Xwurtkirina di Derbarê Hevkariya Netewî û Yekîtiya Civakî’. Bende ne ku qanûnê bidin serokatiya meclisa Tirkiyê.

Ji Dem Partiyê hevserokên DEM Partiyê Tülay Hatimoğulları û Tuncer Bakırhan, ji endamên heyeta Îmraliyê Pervin Buldan û Mithat Sancar, rêvebirên grûba DEM Partiyê û endamên komisyona meclisê îmza kirin.

Bakırhan got ku rexne hene, ji ber di yasayê de kêmasî hene lê pêngava ku avêtine, ew dixawazin wê fireh bikin û bikin malê civakê. Bakirhan got her pêngava ku bibe sedema şer, ji bo bi awayekî demokratik ber lê bigrin, dê wan gavan destek bikin û dewam kir:

“Me îro îmza kir. Teklîfa me îmza me kiriye, ne tenê me binê metnekî îmza kiriye. Me bin metnekî dahatûya hevpar, aştiyê û demokrasiyê îmza kiriye.”

Tülay Hatimoğulları jî ragihand ku teklîfa yasayê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ya ji bo aştiyane û demokratik ya di rêya rêbazên demokratîk de girîng e.

Hatimoğulları got ku muzakere 2 sale dewam dikin, qanûna navborî bi serê xwe nikare pirsgirêka 100 sale çareser bike lê dikare jê re deriyekî veke û got:

“Ji aliyê me de ev qanûn bi zelalî dikare di pirsgirêka Kurd de gavekî bavêje û vateya wê ew e ku piçekî derî veke. Qanûn ji aliyê ‘aştiya neyînî’ ji bo derbasî ‘aştiya erênî’ bibin girînge, ji aliyê destpêka pêvajoya bê şer û bê çek de girînge.”

Hatimoğulları got ku ew dixwazin teklîfa qanûn di çarçova ‘Qanûna esasî’ û ‘Qanûna Çarçove’ de be û di pêvajoya piştî niha de, bi bicîhanîna yasayê re, divê kiryarên demokratîzebûnê bên kirin.

Hatimoğulları ragihand ku “pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka terorê ye”. Di nav pirsgirêkê de mijarên aborî, civakî, siyasî û komelayetiyê hene.

Hatimoğulları bang kir ku temamê partiyên di meclisê de û yên di derveyê meclisê de destekê bidin teklîfa yasayê, bawerin wê li seranserê Tirkiyê ji bo 86 milyon mirovan ber li demokratîzebûnê vebe.

Parve bike: