TR KU SO
FB X
Cîhan

Dema Komîsyona OHALê hat dirêjkirin

📅 26 berfanbar 2019 13:42

PeyamaKurd - Dema Lêpirsîna Komîsyona Rewşên Awarte li Tirkiyê  (OHAL) hat dirêjkirin.

Bi biryara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, dema Lêpirsîna ya Komîsyona Rewşên Awarte li Tirkiyê  (OHAL) bo salekê hat dirêjkirin.

Komîsyona OHALê ku erka xwe ji biryarnameyeke di hukmê qanûnê (KHak) werdigire, piştî hewildana kotedaya 15ê Tîrmehê, dikare kes an jî kesan ji fermanberiyê, xwendekariyê biavêje; dikare rutbeyên personelên teqawîtbûyî jêbike. Herwiha derbarê van kes û saziyan de biryarê dide ku bo kar bên qebûlkirin yan jî bêne avêtin.

Di bin banê komîsyonê de 80 raportor (dadwer, pispor, mifetiş), bi tevahî 250 personel hatine erkdarkirin û kar dikin.

Parve bike: