TR KU SO
FB X
Cîhan

Demîrtas bo partiyên Kurdistanî peyam sand

📅 31 gulan 2018 05:01

PeyamaKurd – Namzetê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş, derbarê hilbijartinên 24ê hezîranê de diyar kir ku tu namzetek bi serê xwe nikare ji sedî 50 bi dest bixe û mifteya serkeftina hilbijartinan di destê Kurdan de ye.

Demirtaş, derbarê hewldanên îtifaqa 5 partiyên Kurdistanî û HDPê de jî nêrînên xwe vegot û ev peyam da: “Hemû partiyên me divê di vî warî de fedekariyeke zêde nîşan bidin. HDP jî ji bo yekitiyê pêwist e bi fedekarî û wêrekî tevbigere.”

 

Hevserokê berê yê HDP’ê û namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş, ji Zindana Tîpa F ya Edirneyê, bi riya parêzeran bersiva pirsên Nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak da.

 

Birêz Demirtaş, dema em vê hilbijartinê û hilbijartinên berê binirxînin, hûn dixwazin çi bibêjin?

Encamên vê hilbijartinê dê dîrokî bin. Lê li gorî hilbijartinên berê, ev hilbijartin dê zêdetir di nava bê edaletiyê de pêk bê. Di rewşeke zext û zordariyê de dê pêk bê.

 

Di medyayê de dengên kurdan pir tê nîqaşkirin. Dengê kurdan çima di vê hilbijartinê de evqas girîng e?

Tu namzetek bi serê xwe nikare ji sedî 50 deng bi dest bixe. Heta îro tim kurdan înkar dikirin. Lê tu namzetek heta ku piştgiriya kurdan nestîne, nikare van dengên pêwîst bi dest bixe. Ji ber vê yekê mifteya serkeftina van hilbijartinan di destê kurdan de ye.

 

Gelo encamên rapirsînan tên ber destê we? Hûn hêj di wê baweriyê de ne ku dengên HDP’ê li derdora benda hilbijartinê ye?

HDP hê jî li sînorê bendê xuya dike. Lê em dizanin ku piştgiriya gel her ku diçe zêdetir dibe. HDP muheqeq dê ji bendê bibore.

 

Gelek derdor dibêjin “Mayîna Demirtaş di zindanê de bi kêrî HDP’ê tê”. Bi rastî jî mayîna we ya di zindanê de dê dengên HDP’ê zêde bike?

Nizanim, gelo dê zêde bike? Ger bi rastî jî wisa bûya, namzetên din dê xwe bi vir de bidana, wê de bidana û xwe bidana girtin. Bi awayek dê xwe bavêtana zindanê. Ya ku bi bandor e, mayîna min a di zindanê de nîn e. Ya bi bandor ev e ku ez li zindanê jî serî natewînim  û têkoşîna xwe berdewam dikim.

 

Li gorî hin rapirsîna li bajarên kurdan dengên namzetiya we 3 pûan ji dengên HDP’ê zêdetir e. Kesên ku bi dengê xwe we tercîh dikin, gelo çima HDP’ê tercîh nakin?

Ez û HDP em ji hev ne cuda ne. Ez bawer im ku hemû kes dê bi feraseta dengek ji HDP’ê re û dengek ji Demirtaş re tevbigere û piştgirî bide. Dengê xwe jî dê wiha bi kar bînin. Lewre ger HDP di bin bendê de bimîne ev ê bibe sedema pirsgirêkeke pir mezin. HDP muheqeq divê bi rêjeyeke bilind a dengan di parlamentoyê de be.

 

Di navbera HDP’ê û partiyên 5 qolî yên kurd de hevdîtinên îtifaqê pêk hatin lê ev hevdîtin neçûn serî. Tu bangewaziyeke we ji van partiyan û HDP’ê re heye?

Bi rastî jî ez pir xemgîn bûm. HDP diviya muheqeq vê yekitiyê pêk bîne. Lê divê em dev ji vê xebatê bernedin. Yekitiya kurdan ne tenê ji bo hilbijartinan, ji bo azadiya gelê me û mafên wê jî pêdiviyeke mezin e û zarûrî ye. Hemû partiyên me jî pêwist e di vê mijarê de fedekariyeke zêdetir bikin. HDP jî ji bo vê yekitiyê pêwist e zêdetir fedekarî bike û bi wêrekî tevbigere. Di adara 2019’an de dê hilbijartinên şaredariyan pêk bên. Heta wê demê divê muheqeq ev yekitî û tifaq pêk hatibe. Pêwist e nûnertiya her partî û firaksiyoneke kurdan jî li wir hebe.

 

Serokê niha yê HUDA-PAR’ê Birêz Mehmet Yavûz, di weşana zindî ya Rûdawê de, wiha got; “Ger sûcê Birêz Demirtaş tunebe, pêwist e serbest bê berdan û weke namzetên din jî ew jî propagandaya xwe bi awayeke azad bike”. Li ser van gotinan dixwazî çi bibêjî?

Di demên bihurî de, ji ber nebûna diyalogê, bi rêveberiya HUDA-PAR’ê re pirsgirêk çêbûn. Gelê kurd dixwaze bi êş û azarên xwe yên berê re, bi xeletiyên berê re rû bi rû be û aştiyeke navxweyî pêk bê. Daxwaza gel ev e. Min berê jî gotibû; Kurd 100 sal in ku bi zordest û zilimkarên xwe re riya diyalog, aştî, muzakere û çareseriyê digere, lê di nava xwe de ne xwedî van hesasiyetan e. Pêwist e kurd di nava xwe de jî hesas bin. Divê siyaset ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê me bê kirin ne ku ji bo kûrkirina pirsgirêkan bê kirin.

AKP demeke dirêj e ji bo ku kurdan li hemberî hev sor bike, kurdan berde hev, şerekî psîkolojîk dimeşîne û provakasyonan dike. Divê em hemû van dek û dolaban bibînin û van dafikan pûç bikin. Pêwist e kes guh nede wan kesên ku alîgirên HUDA-PAR’ê weke “neyar” dibînin. Pêwist e kes guh nede wan kesên ku dixwazin HDP’ê û HUDA-PAR’ê bînin hemberî hev. Bîrdoz û fikrên me weke hev nebin jî, pêwist e em hemû nirxên Kurdistanê li hev bînin û ji bo lihevanîna wan jî tim di nava hewldanan de bin.

 

Di hilbijartinên 7’ê hezîranê de we xwestibû “Herkes li yarên xwe yên berê bigerin” û ji wan deng bixwazin. Di vê hilbijartinê de jî pêşniyareke we ya bi vî rengî heye?

Ez dixwazim herkes berî her tiştî ji hev hez bikin û li hemberî hev bi hurmet bin. Mirov di hilbijartinê de bi ser bikeve girîng e lê dilxweşkirin jê girîngtir e jî. Dema min ev pêşniyar jî jixwe ji bo vê yekê kiribû. Helbet di xebatên hilbijartinê de pêwist e xebatên meşrû û ehlaqî bêne kirin lê pêwist e di vê xebatê de dilê tu kesî nehê hiştin.

 

Xebata we ya rêzimanê kurdî gihişte kîjan astê? We heta niha kurdiya xwe çiqas bi pêş xistiye?

Mixabin heta niha jî ez negihiştime wê asta tirkiya xwe. Lê ez di vî warî de jidil im û bi biryar im. Li ser dixebitim. Ya rastî ez zaza me. Beriya ku ez zazakiya xwe bi pêş bixim, ez hinek kurmancî hîn bûm. Ew jî ji neçariyê çêbû. Yanî bi vî awayî ez du caran hatim asîmîlekirin…(Dikene…)

(Rûdaw)

Parve bike: