TR KU SO
FB X
Cîhan

Demîrtas: Kopiya bi reng a vî wêneyî derxin

Admin L
Nivîskar
📅 15 adar 2023 14:01

PeyamaKurd – Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş banga piştevaniyê Partiya Çep a Kesk belav kir ku HDPê biryar daye di egera girtina partiya wan de bi wê partiyê beşdarî hilbijartinan bibe.

Li gor zanyariyan, HDPê biryar daye ku di egera girtina partiya wê de wek plana B bi Partiya Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê bibe û tê pêşbînîkirin ku roja Çarşemê 15ê Adara 2023an vê biryara xwe bi awayekî fermî eşkere bike.

Berî eşkerekirina biryarê Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve li girtîgehê ye, roja Sêşemê 14ê Adara 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyamekê banga piştevaniyê bo Partiya Çep a Kesk kir.

Selahattîn Demîrtaş li ser peyama xwe logoya Partiya Çep a Kesk belav kir û got: “Kopiya bi reng a vî wêneyî derxin û bi ser sarker û deriyên malên xwe ve daliqînin. Bila kesek nemîne ku nizane çi ye û wê lazim bibe.”

Parve bike: