Demirtas: Ku hûn bi ser kevin em ê HDPê bigirin!
PeyamaKurd- Hevserokê HDPê yê berê û namzetê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş bersiva Perinçek da û got ku heke hûn bi ser kevin, em ê HDPê bigirin.
Serokê Vatan Partisi/Partiya Welêt (VP) Dogu Perinçek hefteya bûrî gotibû ku heke em bi ser kevim ez ê HDPê bigirim.
Namzetê HDPê yê di girtîgehê de yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê twitterê bersiva Dogu Perinçek da û wiha got: “Heke ez hilbijartinê qezenc bikim, ez Vatan Partisiyê (VP) nagirim. Lê heke tu qezenc bikî, ez soz didim em ê bi destên xwe HDPê bigirin.
Demirtaş wiha berdewam kir: “Hewldanên ku ji bo derketina min têne kirin, ez gelekî girîng dibînim. Reqîbên min bang dikin ku ez werim texliyekirin. Ev geşedaneke baş e. Lê belê heke pêşbirka hilbijartinê, di rewşeke adil de çênebe, encamên hilbijartinê jî wê şikdar bin. Jixwe ji vê yekê jî tê fêhmkirin ku çi qasî hewceyiya welêt bi edaletê heye.”