Cîhan
Dêra Ortodoks ya Yûnan îro ‘Roja Sînê’ îlan kir
PeyamaKurd - Îro nimêja yekem ya Ayasofya piştî ji aliyê Tirkiyê ji muzeyê bû mizgeft, tê kirin. Dêra Ortodoks ya Yûnan ji ber vê sedemê, îro weke‘‘ Roja Şînê’’ îlan kir.
Serokê Dêra Ortodoks û Sermetranê Atîna Leronymosê Duyem diyar kir, ‘‘ Ayasofya sembola baweriya me ye û mîrateya çandî ya cîhanî ye’’
Herwiha hat ragihandin, li Yûnanîstanê wê bo şînê li gelek dêran naqosan lêdin û alan jî daxin nêvî.