TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Dêrazorê bermahiyên şer teqiyan: 4 zarokan mirin

Admin H
Nivîskar
📅 01 îlon 2026 10:44

PeyamaKurd - Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li navçeya Feyda Bin Miwêni ya li gundewarê bajarê Dêrazorê, di encama teqîna bermahiyeke şer de 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Di vê bûyera dilşewat de 4 kesên din jî, ku di nav wan de zarokek û jin hene, birîndar bûn.

Li gorî amar û daneyên SOHRê, ji destpêka sala 2026an ve li seranserî axa Sûriyeyê di encama teqîna mayîn û bermahiyên nehatine teqandin ên şer de bi giştî 249 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ev rewş nîşan dide ku bermahiyên şer li herêmê hîn jî gefeke mezin li ser jiyana sivîlan çêdikin.

Parve bike: