Cîhan
Derbarê Brexitê lihevkirin çêbû
PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropa û Brîtanyayê li ser Brexitê li hev kirin. Heke herdu alî rêkeftinê pesend bikin Brîtanya wê di 29ê Adara 2019an de ji Yekîtiya Ewropayê veqete.
Ji ofîsa Serokwezîra Brîtanyayê Theresa Mayê bi daxuyaniyekê hat ragihandin, ku hevdîtinên di navbera Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê de dihate meşandin bi dawî hatiye, sibe di civîna kabîneyê de ku May li dar dixe, wê bê guftûgokirin.